E-Satış  
  1. No pasaran…

Eger mirov şert û mercên payîza 1957’an ku Ahmet Kaya ji dayîk bû bide ber çavên xwe, texmîna ku wê ew temenê xwe hemûyî bi payîzan derbas bike, ne zehmet bû. Ne bavê wî ye ku di karxaneya qumêş de karkerî dikir, nêtekê wî yî ku dinyayê biguherîne hebû, ne jî li bajarê ku lê ji dayîk bûbû, li Meletiyê pencereyeke xaniyê wan î mîna kozikekê ku tê re xweşikiyên dinyayê bibînin, hebû. Axa ku li serê hatibû dinê, belkî jî bi her cûre nîmetên xwezayê hatibû xelatkirin, lê wan salan li wê herêma dinyayê tu xweşiyên ku bên dîtin, tune bûn. Tirkiyeya ku bi Şerê Cîhanê yê Duwem xizantir bûbû, piştî bûyîna Ahmet bi sê salan wê bibûya şahidê derba leşkerî ya mezin a pêşîn ji komarê û vir ve û li sêdaran wê serokwezîr û nûnerên xwe bidîta. Komara ciwan a 34 salî li hêviya janên xedar bû. Bi hezaran sal e li ser dîn, li ser zêr û ta bi li ser jinan xwîna bi milyonan ji her qewmekî ku li ser erda Anatoliyê hatiye rijandin û êş daye van erdan, lê dîsa jî wê ev êş kî dizane heta çend salên din berdewam bikira bi vê derbê.

 

Ahmet zarokê pêncem û dawî bû. Bavê wî yekî kurd bû ku ji Semsûrê bo kar bar kiribû Meletiyê, dayîka wî jî yeke tirk bû ku hewl dida zarokên xwe bi namûs û baş mezin bike. Yanî hinekî dişibiyan kurteya Tirkiyeya wan salan. Lihevnekirina Ahmet a bi otorîteyê re hîn gava 4-5 salî bû û kuçe nas kir, dest pê kir. Digel ku malbata wî bêdeng û di halê xwe de bû, ew yekî şerkirû çalak bû û nedihate disiplînekirin. Ji bo ku biçe sînemayê carna bîhokên bapîrê xwe difirotin fêkîfiroş, carna jî li kerê beredayî yê taxê siwar dibû û dibû Kara Muratê lehengê xêzeromana ku di rojnameya herî navdar a wê demê de dihat weşandin, yên nebaş dida ber şûran.

 

Bavê wî yê ku yekem car ew  bi eleqeya wî ya muzîka hesiya, hîn Ahmet 6 salî, hema bibêje baxlemeyeke bi qasî qama wî bo xelata rojbûna wî anî malê. Ev baxlemeya ku ji heqê nanê malbatê hatiye kuştin û pê hatiye kirîn, destpêka bahozekê bû ku wê neyê danîn, helbet malbat ev texmîn nedikir. Te digot qey, parçeyek ji laşê wî kêm bû gava hatibû dinê û piştî ku ew baxleme hat malê laşê wî temam bû.

 

Di nav çend heyvan de bi dengên ku ji baxlemeyê derdixist, malî ji ruhê xwe aciz kirin. Lê li gorî wî belkî jî êdî dema ku derkeve ser dikê hatibû, eger mirov lê guhdar nekin jî wî dê hineke ku lê guhdar bikin illeh bidîta, ev çende eksoyî bû. Konsera xwe ya yekem bo mirîşkên di kozika bêxçe de, da. Em nizanin gelo mirîşk jê kêfxweş dibûn an na, lê wî demeke dirêj ev konserên belaş domand. Ji bo sehneya xwe ya rastî ya ewil jî divabû heta 9 saliya xwe bipa. Gava temenê wî bû neh, di şevşahiya cejna karkeran de ku karkerên karxaneya ku bavê wî jî lê kar dikir, li dar xistibûn, derket ser dikê. Wê şevê kêfa karkeran pir ji guhdarkirina lê hatibû, kêfa Ahmet jî pir ji karkeran hatibû... Sê sal mabûn ji derba leşkerî ya duwem ku wê dîsa jiyana bi sedhezaran mirovî û karkerî belawela bikira. Wê şevê ne karkerên li wir, ne jî Ahmet bîr nedibirin ku demeke nêzîk cejna karkeran li aliyekî, wê nikarîna peyva ‘karker’ bi xwe jî bi lêv bikirana.

 

Gava Tirkiyeyê bi deh hezaran şagirdên zanîngehê û karker xistin girtîgehan bo tê de birizin, bûyera ku mohra xwe li derba 1970’yî da ew bû ku sê xortên sosyalîst ên nestêle ku li dijî emperyalîzma Amerîkayê bûn, digel tu kes nekuştibûn û tu kes birîndar nekiribûn, piştî darizandineke bi lez û bez hatibûn îdamkirin. Ahmet 13 salî bû. Xaka Anatoliyê heqê nîmetên ku dabû, dîsa distand. Bi vê atmosfera civakî û siyasî re nifşekî din mezin dibû û hişê vî nifşî dirûv digirt. Wê ev ne neheqiya ewil bûya ku vî nifşî şahdebûnî lê dikir.

 

Ahmet diçû dibistanê û demên xwe yên vala jî ligel dostekî malbata xwe, di dikana kaset-plakfiroşekî de kar dikir. Wan demên ku li vê dikanê kar dikir, derfeta wî çêbû ku gelek cûreyên muzîkê nas bike. Bi taybetî jî yên bala wî dikişandin ew xort bûn ku dihatin dikanê kasetên Ruhi Su dikirîn û porên wan dirêj û devlingê pantorên wan fireh bûn. Piştî salan di belgefîlmekî de ku jiyana wî nîşan dida, wê bigota ku wê çaxê digote wan “Sucular”. Xortên ku Ahmet digote wan, ‘Sucular’ li hemû dinyayê wekî nifşê ‘68’an dihate naskirin û nifşek bû ku bihîstiyariya wan acivakî hebû. Besteya ku digot, tê bîra min a yekem e jî ji bo xortekî ji van hatibû nivîsandin; yê li ser  hatî nivîsandin Başar Abê bû ku bi minibûseke Wolkswagen ‘dolmîşçîtî’ dikir û Ahmet bi xwe jî demekê li balê kar kiribû. Ahmetê ku gelekî pê êşiya gava rojekê li nava kuçeyê polis hatin ew birin, rabû besteya xwe ya ewil nivîsand ku wiha dest pê dikir “Ezê Wolkswagenekê bikirim, navê wê bikim Başar”. Helbet nizanîbû ku ev beste wê bibe destpêka repertuareke bi sedan stranî.

 

Malbat, piştî ku bavê Ahmet teqawît dibe û mehaneya ku digire têrî wan nake, bi hêviya ku karekî nû bibînin û ji bo zarokan dahatûyeke baştir ava bikin, biryarê digire ku Meletiyê terk bikin û barî Stenbolê bikin. Dem, li Tirkiyeyê hemûyî dema koçberiyê ye. Bi sedan otobûs û qemyon ji Rojhilat bo bajarên Rojavayê, bi taybetî jî bo Stenbolê hêviyan bar dike. Her roj bi hezaran zarokên biçûk, mîna ku Ahmet jî wan rojan pê dihesiya, bi tirs û xofa ku bajarê mezin xistibû dilê wan, dijiyan. Ahmet deryaya ku cara pêşîn dibîne mîna çemekî mezin hesibandibû, ji ber ku li ser koliyên alavên wan “Meletî” hatibû nivîsandin hîn ji roja pêşîn ve fêm kiribû ku hatibûn bajarekî ku lê biçûk tên dîtin, hîn roja pêşîn digel ku bi eynî zimanî dipeyivîn, ji ber ku devoka wî cuda bû, ferq kiribû ku ew bi xwe “Yê din” e. Vê “cudahiyê”, kesên ku ji bilî keda waan pê ve tiştekî wan tuneye ku winda bikin, her diçû tenê dihişt û ev yek jî ber bi hêrseke bêçare di dil de kom dibû.

 

Her ku roavayê Tirkiyeyê wekî nifûs  zêde dibû, cudahiya di navbera beşên civakê de jî zêdetir dibû, kombûnên siyasî bêhtir ji hev dûr diketin û welat roj bi roj ji rojhilat ta bi rojava hîn bêhtir tevlîhev dibû. Ji zanîngehan her roj xeberên mirinê dihatin û bêkarî û aboriya ku roj bi roj xerab dibû, şêniyên ku xwe diavêtin kuçeyan diafirand. Ahmet êdî divabû dev ji dibistanê berde û ji bo ku alîkariya malbatê bike, karekî bike. Êdî derve li ber çavên wî tiştekî din bû. Jiyana derve bi awayekî din nas dikir edî. Pir dihesidî ciwanên Stenbolê ku qîz û xort bi hev re digeriyan lê pê dihesiya ku ger mîna wan li xwe bike wê lê neyê û ji ber vê pir xemgîn dibû. Ne dikare çanda ku pê mezin bûye, bi temamî dev jê berde û ne jî dikare Stenbolê bike Meletî. Wan salan di gellek karan de kar dike û dev jê berdide. Li bazarê şportakariyê dike, li ber destê gellek kesan kar dike lê dîsa jî dev ji baxlemeya xwe bernade. Bi muzîkê radibe û bi muzîkê rûdine. Û helbet rewşa ku welat tê de çawa tesîrê li ruhiyeta wî dike, wiha tesîrê li muzîka whi jî dike.

 

Piştî ku Ahmet dev ji dibistanê berdide û dest bi kar dike, jiyana derve bêhtir nas dikir lê vê naskirinê hiştibû ku di dilê wî de birîneke din vebe. Xwestibû ku konservatuarê bixwîne lê êdî piştî vê yekê ev ne mumkin xuya dikir. Ji bo ku hêviya xwe winda neke, biryarê digire ku lîseyê ji derve biqedîne. Ev salên herî bi lerz ên Ahmet bûn ku bi erdlerza di dilê wî de hatibûn pê. Dijberiya civakî ya ku ber bi nîvê salên 1970’yî bi pêş ve diçû, demarekî ku tê de bigere nedidît û di nav vê kişwera  nediyar de yek ji yên ku herî serma xwaribû jî Ahmetê ku haya wî ji van hemûyan hebû û bi wê heyecana xwe ya di wî temenî de li cîhanê dinihêrî, bû. Digel ku nizanîbû wê çi biqewime, mîna ku piştî salan wî bi xwe jî dê bigota; beste çêdikirin, bi hewldana pereqezenckirinê bi awayekî bêhêvî li kuçeyan digeriya.

Wan deman, rojeke ku pir nebextewar û hêvîşikestî bû, ketibû nav daweteke ku di ber re derbas bûbû û qet yên wir nas nedikirin, mîna dînan ketibû nava yên direqisin û çavên wî bi girî reqisîbû; bi salan wî dê ev bûyer ji bîr nekira û di gelek sohbetan de wê behs bikira.

 

Xortên ku bêçareyiyê, derbederiyê, biçûkdîtin û xizaniyê ew gihandibûn hev, bi hemû armancên xwe û hewldana ku jiyanê biguherînin, di her warî de bi rêxistin dibûn. Mîna hemû hevalên xwe yên şoreşger wî jî êdî dest bi çûna Komeleya Halk Bilimleri dikir û tevî xebatên çandî yên wir dibû. Helbet li wir jî baxlemeya wî ji destê wî neket. Hîn di rojên ewil de ecêb hatibû dîtin baxlemelêdana Ahmet. Ji ber ku bi serê xwe fêr bûbû li gorî tu qayde yan jî rêbazê nediçû. Wê demê diçe konsereke Ruhi Suyê ku bengiyê wî bû li Zanîngeha Boğaziçiyê û piştî konserê bi awayekî xwe digihîne cem Mamoste. Dixwaze nîşanî bide ku besteyên Ruhi Su ew bi xwe çawa şirove dike.  Ji berhemên Mamoste Ruhi yên ku herî tê naskirin, strana “Mahsus Mahal” lêdide. Mamoste hîn di nîvê stranê de baxlemeyê ji destê Ahmet digire û bi hêrs dibêjiyê, “Wilo mîna ku tu şer bikî li baxlemeyê nayê xistin, mirov bi baxlemeyê bi hev naçe, bi baxlemeyê mirov meşkê dike.” Ahmet serê xwe ditewîne û ji wir derdikeve. Helbet Ahmet wê li ser a xwe bûya. Gotinên Mamoste bêhtir wî tûj dikin, ew heta wê rojê li pey tiştên nehatî ceribandin e her. Ji ber ku besteyên wî jî ne di qalibekî ku tê zanîn de bû, ecêb dihat dîtin.

Tevî hevalên xwe yên Komeleya Halk Bilimleri bo pêşkêşkirina konser û reqsê diçin gelek bajarên Tirkiyeyê. Ahmetê ku ji aliyekî ve di van “Şevşahiyên Şoreşgerî” de bi aşiq û hunermendên wê demê re derdiket ser sehneyê û bi hêrs li baxlemeya xwe dida û sirûdên şoreşgerî û stran digotin, ji aliyê din ve jî bi hemû hestiyariya xwe di nava gel de, bi armanca ku bibe bersiv ji daxwazên wan ên jiyaneweyî û rasteqînî re, piştgiriya wan dikir. Piştî Erdlerza Wanê di nav xortên şoreşger ên ku bi qemyonan alav dabûn hev û çûbûn cem erdlerzedeyan de Ahmet jî hebû ku wî jî di piştgiriya pêkanîna taxeke şevnişînî de cî girtibû.

 

Di pîrozkirina cejna karkeran a 1’ê Gulana 1977’an a li Meydana Taksimê, di gullebaranê de ku îro jî hîn diyar nebûye ka ji aliyê kê ve hatiye kirin, hevalên li cem Ahmet hatin kuştin. Her çend bi fereke sola xwe ji wê derê bi silametî rizgar bibûya jî êşa ewil a kuştina hevalên xwe jiya. Paşê gava afîşeke naveroka wê masûm didaleqand, dihat girtin û êdî hîsa li “hundir”bûnê jî dijiya.  

 

Gava şêniyên dijber û bi hêrs, di nav xirecir û amadekariyê de bûn ku ji bo xwe “dahatû”yekê ava bikin, Ahmet ji derve lîse diqedand û diket Beşa Kemanê ya Enstîtûya Perwedehiyê. Vê pêleyê li Komeleya Halk Bilimleri keçeke bi navê Emine nas dike, pir derbas nebûyî di ser naskirina wan re ev du ciwanên ku xwe nêzîkî hev dibînin, biryarê didin ku bizewicin. Bi destgîrî (dergistî) dibin. Lê wezîfeyeke her xortekî Tirk heye berî têkeve nav karûbarê dinyayê. Leşkerî. Sala 1978’an ku Ahmet 21 salî bû, perwerdehiya kemanê nîvco û destgîriya xwe li pey xwe hişt û ji bo 18 mehan çû leşkeriyê.

 

Leşkeriya wî derdikeve Geliboluyê. Di demeke kurt de eleqe û qabiliyeta xwe ya li ser muzîkê nîşanî qumandanên xwe dide û dikeve orkestra Orduevi (Artêşxane) de. Temamê leşkeriya xwe wekî endamê joker ê orkestrê derbas dike. Pêwendiya xwe bi gelek amûrên muzîkê re bi pêş dixe. Di serê xwe de motîfên roavayî ku bi kemanê tevî muzîka ku bi baxlemeyê çêkiriye, kiriye, bi çelloya ku li leşkeriyê ji mecbûrî lêdixist bêhtir bi pêş ve diçe.

 

Li vegera leşkeriyê hîn porê wî dirêj nebûbû derba sêyem û ya herî mezin a Tirkiyeyê û jiyana Ahmet ji nişka ve tê. Sibeha 12’ê  Îlonê Tirkiye bi sirûdên leşkerî şiyar dibe. Temamê kabîneyê û Serokomar digirin û wan diavêjin girtîgehê. Li kuçeyan nêçîrek dest pê dike. Gelek hevalên Ahmet jî digirin û wan dibin cihên ku tu kes pê nizane, ji yên çûyî tu kes nikare saloxekê hilîne. Ji ber ku beriya leşkeriyê çend caran ji ber daleqandina afîşan ew girtibûn û ji ber pêwendiya wî ya bi Komeleya Halk Bilimleri re, difikire ku eynî aqibet bê serê wî bi xwe jî û rojên tirsnak derbas dike. Paletên tangan di ser Tirkiyeyê re derbas dibin. Li gorî texmînên îro ji ber sedemên cur be cur 600.000 kes tê girtin, bi hezaran kes di şikenceyê de jiyana xwe ji dest dide û bi hezaran kes jî bi riya qaçaxî direve derveyî welêt û penaber dibe.

Ahmet nayê girtin lê tikîtenê dimîne, hemû hevalên wî, hema bibêje kê nas dike yan ketiye girtîgehê yan jî li cîne ku nayê zanîn e. Sala 1981’ê janeke din a mezin bo Ahmet tîne. Meha Nîsanê, bavê wî yê ku Ahmet di jiyanê de herî qedr û qîmetê wî digirt, bavê wî yê ku tenê wî bi rastî jî baweriya xwe bi muzîka Ahmet dianî, diçe rehmetê. Ahmet bêyî ku kes wî bibîne, radije baxlemeya ewil a ku bavê wî jê re kirîbû û bi rojan li kuçeyan digirî.

 

Ahmet û Emineya ku êdî hînî jiyana di nava derbê de dibûn, dizewicin. Ahmet dixwaze muzîkê bike û yên di dilê xwe de vebêje û dengê xwe bigihîne dostên xwe yên di girtîgehan de lê êdî maleke wî ya ku divabe debara wê jî bike, heye. Lewre piştî demekê di Tebaxa 1982’an de keçeke wan tê dinê. Navê wê dikin Çiğdem. Ahmet radije baxlemeya xwe û straneke dinivîse, di strana xwe de ji Çiğdem re dibêje ku li xerabiya vê dinyaya ku lê çêbûye negirî û dibêjiyê ku hêvîdar be ji vê jiyanê: “Megrî dergûşa min, tu jî megrî, hêvî bi te re ye, dahatû bi te re... Pir li dûr ciyekî wiha heye, li wir şadî û jiyanek heye ku amade ye bo parvekirinê...”

 

Piştî demeke kurt ji ber ku Ahmet li pey derxistina kasethe bû û tu pere qezenc nedikir ji bo debara malê, Emine dikeve xema dahatûya xwe û rojeke bêxeber bi destê Çiğdem jî digire û malê diterkîne, paşê jî hev berdidin. Careke din Ahmet û baxlemeya xwe, li kuçeyan tikîtenê ne.

 

Sala 1984’an Ahmet stranên wî di berîka wî de bi israr diçe devhe deriyên şirketên muzîkê. Êdî stran jî Ahmet jî westiyane. Ji ber ku stranên wî naşibin tu cureyên din ên muzîkê û ji ber naveroka wan a civakî tu şirket newêre xwe bide ber çêkirina albuma wî. Lêbelê hin bi hin navê Ahmet û stranên wî li ser zimanan digerin êdî. Bi alîkariya çend hevalên xwe li kafeyeke li Beyoğluyê konserekê pêk tîne, navê konserê jî dike “Baxleme wiha jî tê lêxistin!”, bi vî navî bersivê dide wan gotinên Ruhi Su ku jê re kiribûn.

 

Li ser ku vê konserê ji ya texmîn kiribûn zêdetir bal kişand, bi pereyên ku ji vê konserê hatî û bi piştgiriya dayîka wî û hevalên wî yekser diçe Beyoğluyê, Studyoya Değişim a Sezer Bağcan. Wê albuma xwe ew bi xwe çêbike. Sezer Bağcan pir ji vî xortê bi daxwaz û xwedî stranên cuda hez dike û dest bi albumê dikin. Stranên wî bo wê demê pir xeternak in. Dev ji belavkirina wê berdin, dibe ku guhdarkirina li wan jî bibûya sûc û girtîgeh bihata holê lê Ahmet wiha dibêje: “Kar tuneye, em li kuçeyan birçî digerin, ez hatim terkkirin, dergûşa min nîşanî min nadin, hevalhen min hemû jî jixwe di girtîgehê de ne, ezê stranên xwe bibêjim û biçim cem hevalên xwe”... Lêbelê mîna ku Ahmet jî wê paşê li xwe mikur bihata, dixwest ku têkeve girtîgehê lê nedixwest ku pir tê de bimîne. Digel ewqas stranên rexneyî, straneke anonîm jî dixe albumê ku ev stran behsa lehengiya artêşa Tirk a di Şerê Rizgariyê de dike... Wê serî tevlihev bibin!

 

Album di demeke kurt û di nav şertên giran de diqede. Ji ber ku albumeke qediyayî digel ku neyê firotin jî wê zêde zerareke ticarî neyîne, ne zehmet bû ji bo ku Ahmet şirketekê bibîne. Meha Nîsanê, sala 1985’an bi navê “Ağlama Bebeğim” ku navê strana ku ji bo Çiğdem nivîsandibû, album tê belavkirin. Di pey vê re jî li Şanê ku yek ji navdartirîn  salonên wê demê ye, bi tena serê xwe konserekê dide û salon bêyî ku ew çende texmîn bikin, bi serî ve tê dagirtin.

 

Albuma “Ağlama Bebeğim” nû tê belavkirin, berhev dibe û Ahmet dixin nezaretê. Dadgeha ewil, dadger li ser gotinên di strana wî ya “Ağlama Bebeğim” de radiweste ku wiha ye: “Pir li dûr ciyekî wiha heye, li wir şadî û bextewerî heye.” Ji Ahmet dipirsin ku ew der ku der in!  Darizandin zêde dirhej nake û belkî jî ji ber wê strana lehengiyê ku serî tevlihev kiriye, album serbest dibe dîsa. Şirket û Ahmet îlaneke didin rojnameyê ku firotina albumê serbest e. Îlana ku bi van gotinan belav dibe, “Albuma Ahmet Kaya ya bi navê ‘Ağlama Bebeğim’ ku hatibû qedexekirin, bi biryara dadgehê êdî serbest e”, dihêle ku eleqeya bo albumê zêdetir bibe. Bi rengekî ecêb album pêşîn li girtîgehan, paşê jî li derve pir balhe dikşîne. Ahmet bi albuma xwe bûye dengê bi sedhezaran mehkûmî û malbatên wan êdî.

 

Yên 1980’yî ketine girtîgehê êdî hêdî hêdî jê derdikevin.  Bo albuma duwem Ahmet dîsa dikeve studyoya Değişim. Sezer Bağcanê xwediyê studyoya Değişimê, birayê mezin ê Selda Bağcan e ku ew bi xwe hunermendeke navdar e û Selda jî bi derbê re demekê li Girtîgeha Metrîsê girtî maye. Gava Selda di girtîgehê de ye, hevaltiyeke wê ya nêzîk bi keçekê ji yên wir re pêk tê. Ev keç, Gülten Hayaloğlu, piştî ku 4 salan girtî dimîne derdikeve û li ser daxwaza Selda tê li studyoya Değişimê kar dike. Dema tomarkirina albuma duwem, Ahmet û Gülten derfeta ku dûr û dirêj sohbet bikin, dikeve dest wan  û pişthi van sohbetên dirêj hevaltiyeke wan a xurt pêk tê, lewre her du jî bi heman hestan  li dinyayê dinihêrin. Jixwe Gültenê li albuma ewil a Ahmet hîn di girtîgehê de guhdar kiriye û pir kêfa wê jê re hatiye, lê mîna gelek kesan wê jî nizaniye ka rûyê wî çawa ye, yekî çilo ye ta ku hev nas dikin. Zêde di ser re derbas nebû albuma duwem a bi navê “Acılara Tutunmak” belav dibe û vê pêleyê êdî hevaltiya di navbera wî û Gültenê de vediguhere evînê. Albuma duwem jî bê reklam li ser zimanan digere, firotineke ecêb dike. Ahmet wê vê bexteweriya xwe bi jina ku jê hez dike re bijî.

 

Album tên firotin lê pere nayên. Li gelek ciyan konseran dide.  Bi tena serê xwe ligel baxlemeya xwe. Di gelek konseran de tê girtin, wî dixin nezaretê. Vê pêleyê ew û Gülten dizewicin. Wan rojan Gülten, şiîreke Nevzat Çelik ku mehkûmê îdamê bû û Gültenê ew ji girtîgehê nas kiribû ku bo dayîka xwe nivîsandibû, datîne ber Ahmet, “Şafak Türküsü (Strana Berbangê).” Sala 1987’an e û hîn jî derbarê sedhezarên girtîgehan de biryar nehatiye girtin, û bi salan e ev girtî li bendê ne ku dadgehên wan biqedin. Devê deriyê girtîgehan bi dê û bavên ku digirîn, tije ye. Albuma sêyem bi navê “Şafak Türküsü” ya ku Ahmet besteya wê çêkiriye, derdikeve. Ahmet careke din qala birîna civakê kiriye, careke din bûye zarokê netebite yê pergalê. Nezaret û lêpirsîn tu car naqedin, lê êdî Ahmet başe baş tê naskirin û tê nîqaşkirin. Digel ku sala 1987’an sala “Şafak Türküsü” ye jî lêbelê dibe sala bûyîna Melis jî ku ji Ahmet û Gülten dibe. Ahmet bi heyecana ku car din bûye bav, dest diavêje besteyên nikûnû.

 

1987’an li Tirkiyeye, di rojnameyan de lîsteyên “Yên pir tên firotin” jî êdî bûne mode. Albuma “An Gelir” a Ahmet ku whe salê derçûye, gava çû serê lîsteyê firotana rastî û bê çiqasî lê the guhdarkirin, bi awayekî fermî jî tê ispatkirin. Muzîka Ahmet a ku heta wê demê kesî nexistiye tu kategoriyê, belkî jî ji hewcedariya kku rojname navê cureyekî lê bikin, navê cureyekî nû tê afirandin ji aliyê van rojnameyan ve: Muzîka Özgün (Xweser).

Êdî Ahmet kulvara xwe vekiriye û nav lê hatiye danîn.

 

Birayekî mezin ê Gültenê heye; Yusuf Hayaloğlu. Yusuf wê demê di kargeha xwe ya biçûk de karên grafîk û dîzaynê dike. Ji şiîrê hez dike û şiîrê dixwîne. Gülten bawer dike ku wê ji şiîrên kekê wê û ji muzîka Ahmet encameke xweş derkeve. Hewl dide ku her duyan bi afirandineke hevpar bigihîne hev. Rojekê gava hemû bi hev re li milê Tarabya eraq vedixwarin, Yusuf ceribandina ewil a gotinên stranê datîne ber Ahmet; “Hani Benim Gençliğim.” Ahmet nû van gotinan dixwîne dest bi girhi dike ku wê ev stran bi salan ji ser zimanan nekeve û wê li Tirkiyeyê bibe fenomenek ku tê de qala xortaniyeke ku hemû tiştên wê ji destê wê hatiye sitandin, dike. Bi şev nû digihe malê bi derbekê re besteya van gotinan temam dike. Rojên li pêş çend gotinên stranan ên din ên Yusuf beste dike û tevî stranên xwe dike, piştî vê yekê Ahmet, sala 1987’an meha Sermawezê albuma xwe ya bi navê “Yorgun Demokrat” çêdike. Album dîsa gelek caran tê darizandin, dîsa ji serhe lîsteyan danakeve û tê ispatkirin ku serkeftina Ahmet, nelihevkirina wî ya bi pergalê re û muxalifiya wî ne derbaskî ye lê mayînde ye.

 

Ahmet di ber afirandina xwe re, bi tembûra xwe piştgiriyê dide karkeran, xwendekaran û mexdûrên li her aliyê Tirkiyeyê ku bo jiyaneke mafê wan e têdikoşin û di ber van konseran re jî dîsa albumên xwe berdewam dike. Tebaxa 1988’an albuma “Başkaldırıyorum” û Nîsana 1989’an jî albuma “Resitaller” ku bi baxlemeyekê tenê ji tomarkirinên konseran pêkhatî, derdixe piyaseyê. Her du album jî careke din dibin albumên ku herî pir tên firotin wê demê. Lê bi taybetî jî ya balkêş ew e ku “Resitaller” bi enstrumaneke tenê û bi du mîkrofonan hatiye tomarkirin û digel vê demeke dirêj ji serê lîsteyan daneketiye; ev jî wê wekî cara pêşîn li dîrokê bihata nivîsandin.

 

Ahmetê ku sala 1990’î cara yekem şansê wî çebû ku li Parka Gülhaneyê konser bide 70.000 bi bilêt, texmînî 100.000 kes tê konsera wî. Di konserê de bûyerên mezin pêk tên, polis guleyan berdide hewayê û gelek kes jî birîndar dibin. Ahmet vê carê jî ji bo ku temaşevan bi sergermî tevnegeriyane û bi paçê kesk, sor û zer ku weke sembola kurdî tê nasîn xwe ber sahnê ve avêtine tê darizandin.

Rastiya girseyeke wisa mezin ku van salan xwe li dor Ahmet girtibû li Tirkiyeyê tunebûna televizyonên taybet û bi tenê hebûna televizyon û radyoya dewletê bû. Yanî Ahmet Kaya, ji ber ku qedexekirî bû di tu medyaya bihîzyarî û dîtbarî de ne dihate bihîstin, dîtin û stranên wî dernediketin. Ahmet di van deman de giraniyê dide konseran. Hezkarên wî yên ku tenê bi wêneyekî wî dinasin, her cihê ku lê konser dide salonan têrtije dikin.

Em Ahmet, di van salan de bi piranî an dema darizandinê, an bi bûyerên li konseran pêk hatine, an ji bo piştgiriya xwendekarên zanîngehan ku şermezarkirina kiryarên antîdemokratîk dikirin ketina wî ya grevên birçîbûnê, an cihgirtina li cem karkerên ketine grevê, an jî bi alîkariya wî ya ji nasên mehkûman re dike, dibînin. 

 

Her çiqas piştî salên 80’yan, parlemena Tirkiye’yê ku bi destûr û rênîşandina leşkerî hatibû sazûmankirin derbasî demokrasiya pir partî bûbe jî, girtîgeh bi kesên ku bi 12’ê Îlonê re ketine hepsan tije bû û ji demokrasiya rasteqînî hê jî gelekî dûr bûn.

 

Di sala 1980'yî de makeqanûna ku hatiye çêkirin û wekî “makeqanûna derbeyê” dihate binavkirin her çiqas ketibe meriyetê jî ji aliyê akademîsyen, pêkhênerên wê, partiyên siyasî, komele, sendîka û organên weşan û çapemeniyê ve bi tundî dihate rexnekirin.

 

Dozên ku di şertên giran ên Îlonê de dest pê kirine û ku hêj jî didomin, mehkeme cezayên îdam û sermediyê (muebet) didin; tevahiya nifşeke ku bi bêdengkirinê re rû bi rû dihiştin, dihat reşkirin û zemkirin. Lê dixebitîn ku wê nifşê ji her tiştên xweş û baş dûr bixin. Ciwanên ku dixwestin xwe ji nû ve têxin nav jiyanê, her çiqas utopyaya wan a guherandina jiyanê didomiya jî û her çiqas wan bi berxwedana xwe ya di girtîgehan de hewl didan ku hêviyên xwe li ser piyan bigirin jî, heta domahiya gelek salên dûvedirêj bi tenê êş û jan dê bibûya para wan. Gava van ciwanên ku digotin, me ji jiyana xwe pirtir ji vî gelî û welatî hez kir û hêj ku cezayê hêvî û daxwazên xwe dikişandin, televizyonên tirkî yên taybet, cara yekem di van salan de ji derveyî welat, weşanên xwe ji bo Tirkiyeyê dikirin. Ji niha û bi şûn de Ahmet Kaya, cara yekem derdikeve televizyonan û bi gel re hevnas dibe. Her çendî zimanê wî yê tûj, hevnasîna hezkirên wî ya tiştê ku dihate ber devê wî bêtirs gotina li hemberî bêdadiyê zêdetir ew pê ve girê didan, lê vê pêşveçûnê pergal dixiste nav mitalan û astengiyên li pêşberî wî zêdetir dikirin, ji ber ku êdî ew bûbû dengê nifşeke bê xewn û xeyal hatibû hiştin. Hilberîna Ahmet a ku aveynê xwe ji fikarên dîrokî  û rojane digirt, çendî  tune dihat hesibandin, ew çend kesên lê xwedî derdiketin jî zêdetir dibûn. Li gelek bajaran albûm dihatin berhevkirin, konser qedexe dibûn, gelek dozên ku bi salan heps jê re dihate xwestin lê vedibûn.

Çawa ku televizyonên taybet zêde bûn, Ahmet Kaya jî derfet dît ji destê yekem qala xwe bike, meraqa xwe ya hêla dîtbarî derxe holê. Stranên wî yên kevn jî tê de ji gelek stranên xwe re bi derhêneriya xwe klîban dikişîne. Ahmet, êdî bûye yek ji hunermendên Tirkiyeyê ku pir li ser wan tê mijûlbûn, herî populer bûne û kasetên wan zêde difiroşin. Ahmet, mîna kesekî dijber hay ji pêdiviya nirxandina rastîn a vê rewşê heye. Di her gava ku bi medyayê dihate şopandin, dema programên televizyonan ji bo berzbûna reytinga wî gazî dikirinê, di her firsendê de mesajên civakî didan. Nikare raweste heta tiştên ku rast dizane, bi şêwaza xwe ya xweser nebêje. Digel ku ji bo medyayê malzemeyekî baş e jî, ji ber rexneyên wî yên tûj  û şêwaza wî ya tund dîsa ji aliyê medyayê ve pir tê  rexnekirin û jê vedikişin. 

 

Van salan ligel konserên xwe yên nav welêt û derveyî welêt, li pey hev albuman derdixe ku rekorên firotinê dişkînin. Bi rêzê van albumên xwe derdixe piyaseyê: İyimser Bir Gül (1989 Sermawez), Resitaller 2 ( 1990 Gulan ), Sevgi Duvarı ( 1990 Kewçêr ), Başım Belada ( 1991 Tebax ), Dokunma Yanarsın ( 1992 Tîrmeh ), Tedirgin ( 1993 Nîsan ). Gava her albumek li serê lîsteyan bi cî dibû, Ahmet Kaya ji sazî û rojnameyên cur be cur bi dehan xelatan werdigire. Di heman salan de ji her komeke siyasî texlîdên Ahmet Kaya derdikevin piyaseyê. Li ser bergên gelek albumên ku piyase dagirtine, fotografên hunermendên ku mîna Ahmet Kaya li xwe kirine, mîna wî rî berdane, hene û stranên ku dixwazin bişibînin ên Ahmet Kaya dibêjin. Heta bi bilêvkirina cuda ku li hin ciyan ji devoka Ahmet Kaya bi xwe pêkhatî jî mîna wî hatiye bilêvkirin.

 

Ji welatên ku Ahmet herî pir meraq dikir yek jê Kuba ye. Sala 1993’yan tevî jina xwe Gülten, keça wan Melis û çend hevalên xwe diçin Kubayê bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê. Ahmet li Kubayê gelek hunermend û wezîfedarên hikûmetê nas dike. Li vegerê beşek ji koma navdar a Kubayê, Tropicana vedixwîne Tirkiyeyê. Koma Tropicana ku ji 9 kesan pêkhatî li ser vexwendinê tê Tirkiyeyê û Ahmet wan li mala xwe dike mêvan  û turneyeke bi 16 konseran pêk tînin ku hatina van konseran hemû bo zarokên Kubayî ye.

 

Vê demê Ahmet Kaya beşdarî konserên ku bo zarokên Bosnayî, bo karkerên Denmarkî saz bûne, dibe. Hema bibêje li her welatê Ewropayê konserên alîkariyê yên cur be cur dide.

 

Salên ‘90’î li Tirkiyeyê bi gurbûna şerekî nû ji şerên ku li ser axa Anatoliyê ranaweste, dest pê dike. Li bajarên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê teqandina di navbera artêşa Tirk û PKK’ê de di demeke kurt de vediguhere şerekî navxweyî ku tesîra xwe li hemû Tirkiyeyê dike. Li her çar aliyên Tirkiyeyê her roj cinazeyeke bi bûyer û hêleman radibe. Gava dayîk li ser lawikên xwe digrîn, ji herêmên ku kurd lê zêde ne jî hema bibêje ji her malbatekê çend kes derdikevin serê çiyê û dest bi şer dikin û şîn tu car naqede. Her ku tê gotin, “Tiştekî bi navê kurd tuneye, zimanekî bi navê kurdî tuneye”, hemwelatiyên kurd hîn bêhtir tevî refên PKK’ê dibin û her ku êrîşên PKK’ê zêde dibin, dewlet tedbîrên xwe tundtir dike. Medya, di vê rewşa şerê giran de û di nava van tedbîran de, peyva ‘kurd’ dike peyveke tirsnak. Êdî kurd û PKK hema bibêje yek in. Bi milyonan kurd û tirkên ku ev hezar sal e mîna dostan bi hev re jiyane li ser vê erdnîgariyê, êdî dijiminên hev in. Gelek mirovên ku dibêjin, hewce ye çanda kurd û zimanê kurdî bê pejirandin, digel ku qet neketine nav refên PKK’ê  û pêwendiya wan pê re tuneye, wekî xayînên welatê xwe tên îlankirin. Yek ji van kesan jî Ahmet Kaya ye.

 

Ahmet Kaya di her mîkrofona ku medya dirêjî wî dike de, di her konserên xwe de, di her bernameyeke televizyonê de vê muşkileyê tîne zimên. Di her firsendê de dibêje ku ew naxwaze Komara Tirkiyeyê bê dabeşkirin herwiha hîn bêhtir bi hev ve bê girêdan û li Komara Tirkiyeyeke bi temamî demokratîk, bi her mirovê ji her qewmî re bi awayekî birayetî bijî. Lê balê dikşîne ser wê ku hewce ye dewlet bipejirîne ku kurd jî li vî welatî dijîn, zimanê kurdî bipejirîne û şert û mercên jiyaneweyî û perwerdehiyê li herêmên ku kurd lê dijîn baş bike. Illeh dibêje ku tu carî piştgiriya tu rêxisitinê nekiriye û huner di ser rêxistinan re  ye û nabe ku huner bi rêxistinî bê kirin û dîsa dibêje ku wî tenê rastiyên xwe gotine û kirine stran û ji rojhilat ta bi rojava pir ji Tirkiyeyê hez dike û yekbûna vî welatî diparêze lêbelê gotina ku “Tiştekî bi navê kurd tuneye” muşkileyê çareser nake. Her ku Ahmet dibêje “Kurd” nûçeyên li ser Ahmet Kaya ku di çapemeniyê de belav dibin, tundtir dibin.

 

Nû ku albuma wî ya “Şarkılarım Dağlara” sala 1994’an tê belavkirin, dîsa hildikişe serê lîsteyan. Klîbên 3 stranên di vê albumê de dibin klîbên ku herî pir tên daxwazkirin: Saza Niye Gelmedin, Kum Gibi, Ağladıkça. Stranek ji yên di vê albumê de ku hîn jî ji ser zimanan neketiye, “Ağladıkça” ye ku nivîskara wê jina wî Gülten Kaya ye.

 

Albuma “Şarkılarım Dağlara” bi firotina xwe ya 2 milyon  800 hezar libî li gorî hejmarên fermî, gihîştiye rekoreke ku zehmet bê şikandin. Eger em bînin ber çavê xwe ku li Tirkiyeyê çapên neqanûnî û bêbandrol ên kaset û CD’yan ji çapên bi bandrol zêdetir e, em dikarin bi rehetî bibêjin ku ev hejmar çend qat zêdetir e.

 

Ahmet Kaya hema li pey albumê bi Kanal D re peymana bernameyekê pêk tîne. Navê bernameya ku ligel Gülten Kaya û Yusuf Hayaloğlu amade dike, “Ahmet Abi’nin Vapuru (Vapûra Ahmet Abê)” ye. Di vê bernameyê de ligel hunermendên ku dike mêvan, stranan dibêje û li ser rojeva welêt dipeyive. Kursiyê xwe yê bernameyê jî piranî ji bo banga aştî, biratî û demokrasiyê bi kar tîne. Ligel hunermendên ku ji her çar aliyên Tirkiyeyê ew vexwendine, balê dikşîne ser dewlemendiya pirçandîtiya welêt. Ji bo her yek ji van bernameyên ku 13 hefteyan berdewam kir jî, klîbên şiîran ên ku wî bi xwe derhêneriya wan kiriye û bi xwe lîstiye, dikşîne.

 

Sala 1995’an Tirkiye wan dayîkan nas dike ku her şemî li Beyoğluyê, li ber Lîseya Galatasarayê kom dibin û dibêjin ku ew li zarokên xwe yên winda digerin. Pir di ser ve neçûyî ev insiyatîfa sivîl ku navê “Dayîkên Şemiyê” lê hatiye kirin, bi astengkirina dayîkan û girtina wan dê bihata navenda rojevê. Dayîkên Şemiyê ji wan dayîkan pêk hatiye ku bi hincetên cur be cur ên siyasî polisan ew dane ber lêpirsînê û ji yên ku zarokên wan winda bûne û tu xeber ji wan wernegirtine. Ahmet Kaya ku jixwe di gelek stranên xwe de têgîna dayîkê pîroz girtiye, di cî de piştgiriya Dayîkên Şemiyê dike û strana ku navê xwe daye albuma ku wê salê, yanî sala 1995’an derxistî, ji bo Dayîkên Şemiyê dinivîse: “Beni Bul (Anne) – Min Bibîne (Dayê).”

 

Ahmet Kaya, tu caran di bin kesayetiya xwe ya serhildêrî de rûyekî madekirî xwe nîşan ne daye. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku kesê ew naskiriye wî weke kesekî bi kêf, henekçî, balkêş, hazircewab rave dikin. Ew bi aliyekî xwe, weke zarokekî li ser kerê berdayî yê taxê ketiye pey dijminê xwe maye di hiş de. Dema piştî konseran û karê mûzîkê firsend didît bi dost û hevalên xwe re xwarinên xweş xwarin, xwarin çêkirin, heya sibehê sohbetkirin, bi awayê henekî ji dost û hevalên xwe re xefkvedan ew gelekî kêfxweş dikir. Pir kêfa wî ji wextveqetana keça xwe Melis, alavên elektronîk bikire û nava wan tev bide, bi kameraya xwe sahneyên dixwaze bikişîne dihat. 

1 2 3 4